Şandeke Netewên Yekgirtî gihişt Kobaniyê

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Netewên Yekgirtî serdana bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir ji bo şopandina rewşê.

Îro şandeke Netewên Yekgirtî bi hejmarek otombîl derbasî Kobaniyê bû û rewşa bajêr ji nêzîk ve şopand.

Ev duyem car e ku şandeke ji Netewên Yekgirtî serdana Kobaniyê dike, ji destpêka dorpêça ser bajêr ve.

Duh jî şandeke Xaça Sor a Navdewletî derbasî Kobaniyê bû û rewşa nişteciyên bajêr û derbideran şopand.

Ev serdan tên di demekê de, ku rewşa mirovî li Kobaniyê li ser hemû astan xerab e û welatî banga rakirina dorpêçê dikin da ku vegerin jiyana xwe ya asayî.

►Her weha bixwîne.. Rêjeya tûşbûnê bi jehriyê û kulbûna roviyan li Kobaniyê zêde bûye