Stêr Çelo: 3 zarokan ji ber rewşa xerab li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dane
Welat TV - Hewlêr
3 zarokan li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa mirovî ya xerab û nexweşiyana jiyana xwe ji dest dan.
Rojnamevan Stêr Çelo ji Welat TV re da zanîn ku 3 zarokan li Kobaniyê ji ber nexweşiyan û rewşa mirovî ya jiyana xwe ji dest dane.
Çelo diyar kir ku ji ber dorpêça li ser Kobaniyê ku ev 26 roj in berdewam e, rewşa mirovî li ser hemû astan xerab e.
Stêr Çelo got jî ku ji ber berdewamiya dorpêçê rewşa nişteciyên bajêr rojane xerabtir dibe bi taybetî ya derbideran.
Çelo her weha diyar kir ku kelûpelên sereke yên jiyanê û dermanan li Kobaniyê kêm tên dîtin û yên ku li bazarê tên dîtin jî nirxên wan buha ne.