CENTCOM: Hêzên me 50 endamên DAIŞê di du mehan de Kuştine yan girtine
Welat TV - Hewlêr
Fermandariya Hêzên Navendî yên Emerîka CENTCOM ragihand ku hêzên wê di heyama 2 mehan de zêdetirî 50 terorîst ji rêxistina DAIŞê girtine yan kuştine.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê di heyama 2 mehên bûrî de, êrîşî 100 navendên DAIŞê kiriye.
Daxuyaniyê diyar kir ku di wê heyamê de, hêzên Emerîka zêdetirî 50 terorîst ji rêxistina DAIŞê girtine yan kuştine.
Derbarê vekşîna hêzên Emerîka ji bingeha Tenef, CENTCOMê da zanîn ku ew vekşîn rêxistinkirî ye di çarçoveya veguhestineke bimerc de.
Bingeha Tenef li sêgoşeya sînorî di navbera Sûriyê, Iraq û Urdinê de ye. Di navbera salên 2017 û 2018an de, Emerîka ew bingeh berfireh kir û ji bo çavdêriya çalakiyên grûpên bi ser Îran û rêxistina DAIŞê ya terorîst ve bi kar tanî û niha artêşa Sûriyê li wê bingehê bi cih bûye.