Iraq: Ta niha 5,064 girtiyên DAIŞ ji Sûriyê hatine veguhestin

Iraq: Ta niha 5,064 girtiyên DAIŞ ji Sûriyê hatine veguhestin

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Iraqê ragihand ku zêdetirî 5 hezar girtiyên rêxistina DAIŞ a terorîst ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhstin û tên dadgehkirin.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê, Ehmed Li’êbî di daxuyaniyekê de got ku ta niha 5 hezar û 64 endamên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê diyar kir ku regeznameya bêtirî 3 hezar kesî ji girtiyên DAIŞ ên, ku hatine veguhestin, Sûrî ne, bêtirî 270 girtî Iraqî ne û yên din ji regeznameyên cuda ne.

Li’êbî da zanîn ku girtiyên DAIŞê yên bo Iraqê hatine veguhestin, li gorî yasayên dê werin dadgehkirin.

Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî ji aliyê xwe ve tekez kiribû ku, proseya veguestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bi hemahengî li gel Hevpeymaniya Navdewletî bi rê ve diçe, û Hevpeymanî berpirsiyaretiya hemû pêdiviyên vê proseyê hildigire.

21 Çileya bûrî, Fermandariya Navendî ya Emerîkî "CENTCOM" ragihandibû ku wê dest bi piroseya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê kiriye, û di wê proseyê de 7000 girtî bo Iraqê werin veguhestin.