Fûad Hisên: Welatên Ewropayê dudil in derbarê wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya darayî heye piştî veguhestina girtiyên rêxistina DAIŞ a terorîst ji Sûriyê û welatên Ewropayê dudil in derbarê wergirtina welatiyên xwe de.
Fûad Hisên di çarçoveya beşdariyê di konfiransa Munchenê ya Ewlehî de da zanîn ku piroseya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê berdewam e û pêwîstiya wan bi piştevaniya darayî heye ji bo serederiyê li gel terorîstan.
Hisên diyar kir ku welatên Ewropayê dudil in derbarê wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de û ew danûstandinan li gel welatên Erebî û Îsalmî dikin da ku weltiyên xwe werbigirin.
Derbarê vekşîna hêzên Emerîka ji Iraqê, Hisên got ku tu guhertin di pilanên vekşîna wan hêzan ji Iarqê di dawiya sala 2026an de nîn e.
►Her weha bixwîne.. Iraq: Ta niha 5,064 girtiyên DAIŞ ji Sûriyê hatine veguhestin