Qamişlo.. Cotkar Ji ber tovê xerab bigazin in û daxwaza qerebokirinê dikin
Welat TV - Hewlêr
Cotkarên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi baran û berfa îsal kêfxweş bûn lê kêfxweşiya wan neçû serî û tovê beşekî mezin ji wan derneketiye.
Hejmarek ji cotkarên gundewarê Qamişlo bigazin in ku rûberên berfireh ji zeviyên wan şîn nebûne û diyar dikin ku sedem xerabûna tov e.
Cotkarekî ji Welat Tv re got ku wan tona tov ji "Rêveberiya Xweser" bi 350 dolarî kiriye, lê xerab derket û şîn nehat:
"Min 2 ton anîn. Ton bi 350 dolarî û derneket û em rastî ziyaneke mezin hetin. Ev 35 sal in em çandiniê dikin û ev cara yekem e ku weha çêdibe. Me zanî ku genim xerabe ye".
Cotkarekî din jî da zanîn ku sal derbas bû û êdî derfeta çandina nû tune ye: "Em dixwazin ku em werin qerebokirin".
*"Pêwîst bû tov bihata pişkinînkirin"
Endezyarekî çandiniyê ji Welat TV got: "Rêveberiya Xweser û aliyên pêwendîdar di ber vê yekê de berpirs in. Pêwîst bû berî ku tov belav bikin pişkinîn bikira û rênmayên zanistî bihata standin, û ziyan negihandibaye cotkaran".
Bi barîna berf û baranê, cotakarên herêma Cizîrê pêşbîniya werzekî baş û bi bereket dikin, lê hejmarek ji cotkarên gundewarê Qamişlo piştî ku tovê xerabe li ser wan hatiye belavkirin, dilgiran û xemgîn in, û daxwaza qerbokirinê ji aliyên pêwendîdar dikin.