CENTCOM: Proseya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê bi dawî bû
Welat TV - Hewlêr
Fermandariya Navendî ya Emerîka "CENTCOM" ragihand ku wan 5700 girityên rêxistina DAIŞê ya terorîst ji Sûriyê veguhestine Iraqê û piroseya veguhestinê bi dawî bû.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de got ku piroseya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê pişt 23 rojan bi dawî bû.
Daxuyaniyê diyar kir ku di wê piroseyê de 5700 girtiyên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê hatine veguhestin.
21ê Çileya bûrî, "Centcom" ragihandibû ku ew ê 7000 girtiyên DAIŞê ji Sûriyê veguhêze Iraqê, lê piştî 23 rojan bidawîbûna piroseyê bi veguhestina 5700 girtiyên DAIŞê, ragihand.
*"Li gorî yasayê têne dadgehkirin"
Di vê derbarê de, berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê, Ehmed Li'êbî da zanîn ku girtiyên DAIŞê yên bo Iraqê hatine veguhestin, li gorî yasayê tên dadgehkirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên jî ragihand ku pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya darayî heye piştî veguhestina girtiyên rêxistina DAIŞê ya terorîst ji Sûriyê û diyar kir ku welatên Ewropayê dudil in derbarê wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de.
*Girtiyên DAIŞê
Li girtîgehên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê derdora 9000 girtî hebûn, dema derketina şerûpevçûnan di navbera HSD û Hikûmetê de, gelek girtî reviyan û niha zingilê metirsiyê ji dubare vegera çalakiyên rêxistina terorî li ser astên herêmî û navdewletî tê lêdan.