Dilşad Şihab: Herêma Kurdistanê, Kurdan han dide beşdariyê di avakirina Sûriyê de bikin
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina rêkeftina HSD û Şamê, parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyan dike.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab ji Welat TV re got, Serokê Herêma Kurdistnê Nêçîrvan Barzanî di civîn û hevdîtinên xwe de li Munchenê tekezî li ser guhertinên li deverê û gefên rûdana şerekî berfireh kiriye.
*Parastin û seqamgîriya deverê
Dilşad Şihab diyar kir, aliyên li gel serokê Herêma Kurdistanê civiyane, rola Herêma Kurdistanê di parastin û seqamgîriya deverê de bilind nirxandin û amaje bi helwesta negor a Herêma Kurdistanê derbarê Sûriyê kir, ku tenê çareserî di rêye diyalogê re dibîne.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab da zanîn, Nêçîrvan Barzanî di civînên xwe de tekezî li ser parastin û gerantîkirina mafên Kurdan û berdewamiya piştevaniya rêkeftina HSD û Şamê û bicîkirina xalên wê kir.
*"Beşdariyê di avakirina Sûriyê de bikin"
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab, eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang Ii hemû Sûriyan kiriye ji bo beşdariyê di pêşeroja welêt de bikin û Kurd han dane li ser beşdariyê di avakirina Sûriyê de bikin, û tekezî li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji hevkariyê ji bo serxistina vê proseyê kiriye.