Mezlûm Ebdî bo Welat TV: Rêgirî tune ye ku Pêşmergeyên Roj vegerin
Welat TV - Hewlêr
Piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî ji rojnamevanan re axivî, tê de spasiya Herêma Kurdistanê kir.
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî spasiya Serokê Herêma Kuristanê kir ku bû alîkar ji bo hatina wan bo Munchenê û beşdariyê di konfiransa ewlekariyê de.
*Vegera Pêşmergeyên Roj
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî derbarê Vegera Pêşmergeyên Roj bersiva nûçegihana Welat TV da û got, "Rêgirî li cem me tune ye ku Pêşmergeyên Roj vegerin û tevlî herçar lîwayên ku wê li gorî rêkeftina li gel Hikûmetê werin avakirin, bibin".
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî got jî, "Vegera Pêşmergeyên Roj ji bo parastina Rojava pêwîst e"