Serokê Herêma Kurdistanê hatina Remezanê pîroz dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de hatina Remezanê pîroz kir û hêvî kir, ku bibe derfetek ji bo kûrkirina ruhê lêbûrîn, lihevhatin û pêkvejiyanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: Hatina meha Remezana pîroz, ez bi germî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im hatina vê meha pîroz, bibe sedema xêr, bereket û aramiya gelê Kurdistanê û tevahiya herêmê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Bila em vê bûneya olî bikin derfetek ji bo kûrkirina ruhê lêbûrîn, lihevhatin û pêkvejiyanê, ku her tim nasnameya xweşik a Herêma Kurdistanê bûye".
*"Dawîhatina êş û pirsgirêkan"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got jî, "Ji Xwedayê mezin hêvîdar in ku ev meha pîroz bibe destpêka dawîhatina êş û pirsgirêkan û peyama aştiyê û lihevhatinê li tevahiya cîhanê de belav bibe".
Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Remezan li we hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî".