Mihemed Hebeş: Birayê min û malbata wî li hemberî 30 hezar dolarî hatin berdan
Welat TV - Hewlêr
Îro 19ê Sibata 2026an, malbata ji Kobaniyê ya ku li gundewarê Himsê hatibû revandin, hat serbestberdan.
Di 12yê Sibatê de, Ebdula Hebeş li gel hevjîn û 5 zarokên xwe li bajarê Til Kelex ê Himsê hatibû revandin, grûpa ku ew revandî daxwaza pereyan dikirin.
Mihemed Hebeş Birayê Ebdula, ji Welat TV re ragihand ku Ebdula û malbata wî piştî dayîna 30 hezar dolarî hatin serbestberdan.
Mihemed diyar jî kir, ku ji Sûriyê bo Libnanê hatibûn veguhestin û Li devera Wadî Xalid girtî bûn.
Mihemed Hebeş got jî, birayê wî û malbata xwe di rê de ne, ber bi Helebê ve, û rewşa wan a derûnî gelek xerab e.
*Di vê lînkê de çîroka revandina malbatê ye