Financial Times: Zêdetirî 20,000 kesî ji kampa Holê reviyane
Welat TV - Hewlêr
Rojnameyeke Brîtanî ragihand ku zêdetirî 20 hezar kesî ji kampa Holê ya taybet bi malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst reviyane û li Sûriyê û derveyî wê belav bûne.
Rojnameya Financial Times di raportekê de got ku piştî kampa Holê kete bin kontirola hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz zêdetirî 20,000 kes jê reviyane.
Li gorî rojnameyê, ew kesên ku reviyane li deverên cuda li Sûriyê belav bûne û hin kes jî bi awayekî ne yasayî derbasî Turkiyê û Iraqê bûne.
Financial Times da zanîn jî ku bi tenê derdora 2,000 Sûrî û Iraqê li kampa Holê li gundewarê Hesekê mane.
Ev çend roj in, hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz dest bi veguhestina mlabatên li Kampa Holê bo kampekê li devera Exterîn li Helebê kiriye, li gorî berpirsên hikûmetê, ew pirose di heyama heftiyekê de bi dawî dibe.