Ji bo dubare çalakirinê.. Şandeke Hikûmetê gihişte balafirxaneya Qamişlo

Ji bo dubare çalakirinê.. Şandeke Hikûmetê gihişte balafirxaneya Qamişlo
Ji bo dubare çalakirinê.. Şandeke Hikûmetê gihişte balafirxaneya Qamişlo

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Hikûmeta Sûriyê gihişte balafirxaneya Qamişlo ya Navdewletî ji bo dubare destpêkirina geştên esmanî.

Îro balafireke hêlên esmanî yên Sûriyê, ku şandeke teknîkî ya Hikûmeta Sûriyê tê de bû gihişte balafirxaneya Qamişlo.

Şand bi serokatiya hevkarê serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl Emced Nexal bû û ji aliyê fermandarê Ewlehiya Navxwe yê Hesekê Merwan El-Elî ve hat pêşwazîkirin.

Herdu aliyan civînek li dar xist û rêkarên teknîkî û rêvebirinê yên pêwîst ji bo dubare çalakirina balafirxaneyê, gotûbêj kirin.

Li gorî hin jêderan, biryar e balafirxaneya Qamişlo di dawiya vê meha Sibatê yan destpêka Adara bê de were çalakirin û geştên esmanî yên navxweyî yên Sûriyê, lê dest pê bikin.