Berpirsekî Iraqî: Mana girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyê veguhestî, demkî ye

Berpirsekî Iraqî: Mana girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyê veguhestî, demkî ye
Berpirsekî Iraqî: Mana girtiyên DAIŞê yên ji Sûriyê veguhestî, demkî ye

Welat TV - Hewlêr

Şêwirmendiya Ewlehiya Netewî ya Iraqê ragihand ku proseya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê, "bê şaşitî" bi ser ket,, û ew girtî dê bo welatên wan werin vegerandin.

Şêwirmendê Karûbarên Stratejîk Se'îd El-Ceyaşî ji ajansa nûçeyan ya Iraqê re got ku mijara veguhestina Girtiyên DAIŞê li ser daxawaza Şêwirmeniya Ewlehiya Netewî bû, û rewşeke awarte li Sûriyê çêbû û hin girtiyan bazda, lewma diviyabû ew bo Iraqê werin veguhestin.

Se’îd El-Ceyaşî got jî ku mana girtiyên DAIŞê li Iraqê di bin kontrola Hikûmeta Iraql de baştir e.

Her weha diyar kir ku ew girtiyên DAIŞê ji bêtirî 67 welatan in û mana wan li Iraqê demkî ye û Hikûmet kar ji bo vegera wan bo welatên wan dike.