Kampa Holê hate girtin
Welat TV - Hewlêr
Kampa Holê ya taybet bi malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst li Hesekê hat girtin û konên wê hatin şewitandin.
Îro Yekîniya Piştgiriya Seqamgîriyê li Sûriyê ragihand ku duh dawîn nişteciyên kampa Holê hatin derxistin û berev deverên wan li parêzgehên Sûriyê hatin veguhestin.
Daxuyaniyê diyar kir ew grûp ji 66 kesan pêk dihat û bo Heleb, Şam û Dêra Zorê hatine veguhestin.
Piştî valabûna kampa Holê, konên wê hatin şewitandin û êdî hat girtin.
Dema ku Kampa Holê di bin kontirola HSDê de bû, drdora 23 hezar kes ji regeznameyên cuda lê diman, lê piştî derketina şerûpevçûnan di navbera HSD û hikmûmeta Sûriyê de, ew kamp kete destê hikûmetê û hin nişteciyên wê reviyan, kesên mayî jî bo kampekê li devera Exterîn li gundewarê Helebê hatin veguhestin.