Fûad Hisên û Barrack tekezî li ser piştgiriya rêkeftina HSD û Hikûmetê kir

Fûad Hisên û Barrack tekezî li ser piştgiriya rêkeftina HSD û Hikûmetê kir
Fûad Hisên û Barrack tekezî li ser piştgiriya rêkeftina HSD û Hikûmetê kir

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê û wezîrê derve yê Iraqê mijarên teror û rêkeftina HSD û Hikûmeta Sûriyê gotûbêj kirin.

Îro li Bexdayê wezîrê derve yê Iraqê Fûad Hisên û şandiyê Emerîkî Tom Barrack civiyan.

Li gorî daxuyaniyekê ji Wezareta Derve ya Iraqê, di civînê de tekezî li ser berdewamiya hevkariya hevbeş di tevaya qonaxan de û bi taybet di warê jinavbirina terorê de, hate kirin.

Barrack gava Hikûmeta Iraqê derbarê veguhestina girtiyên DAIŞa terorîst ji Sûriyê bo zîndanên Iraqî bilind nirxand.

Her di civînê de, rêkeftina di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de hate gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser piştgiriya rêkeftinê û giringiya pabendiyê bi bicîkirina wê kir, "ji ber ku bi awayekî rasterast bandorê li bihêzkirina aramî û ewlehiyê li Sûriyê dike".