Wezareta Navxwe: Hêzên me endamekî DAIŞê li Dêra Zorê girt
Welat TV - Hewlêr
Ewlehiya navxwe ya Sûriyê endamekî rêxistina DAIŞ a terorîst li gundewarê Dêra Zorê girt.
Wezareta Navxwe îro di daxuyaniyekê de got ku hêzên ewlehiya navxwe endamê DAIŞê yê bi navê Mehmûd Îd El-Elî li bajarê Meyadînê girt.
Daxuyaniyê da zanîn ku El-Elî berpirs e di ber kuştina endamekî firqeya 86 a Wzareta Berevaniyê.
Daxuyaniyê diyar kir ku hêzên ewlehiya navxwe berdewam in di dûvçûn û jinavbirina her şaneyeke ku hewl dide aramî û ewlehiya deverê têk bide.