Trump ji Dadgeha Bilind dixwaze mafê parastinê ji ser koçberên Sûrî rake

Trump ji Dadgeha Bilind dixwaze mafê parastinê ji ser koçberên Sûrî rake

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Serokê Emerîka ji Dadgeha Bilind a Emerîka xwest ku destwerdanê bike ji bo rakirina mafê parastinê ji ser derdora 6 hezar koçberên Sûrî ku li Emerîka dijîn.

Ajansa Reutersê ev yek eşkere kir û da zanîn ku ev sêyem car e rêveberiya Trump berê xwe dide Dadgeha Bilind ji bo bidawîkirina mafê parastinê yê koçberan, ku herdu carên bûrî mafê parastinê ji ser bi hezaran koçberên Fenziwêlî hatibû rakirin.

Di vê derbarê de, Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Emerîka tevgerê dike ji bo rakirina mafê parastinê ji ser koçberên ji 12 welatan di nav de Sûriyê.

Li gorî yasaya Emerîkî, divê koçberên ku ji welatên şer û karesat lê heyî gihiştine Emerîka, neyên dersînorkirin.

Hevdemê hewlên rêveberiya Trump ji bo rakirina mafê parastina demkî, Wezareta Dadê ya Emerîka kar dike ji bo mana wî mafî.