Balafirxaneyên Sûriyê li pêş proseyên firîn û daketinê hatine girtin

Balafirxaneyên Sûriyê li pêş proseyên firîn û daketinê hatine girtin
Balafirxaneyên Sûriyê li pêş proseyên firîn û daketinê hatine girtin

Welat TV - Hewlêr

Tevaya balafirxaneyên Sûriyê li pêş proseyên firîn û daketinê balafiran, hatine girtin.

Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê, girtina qada esmanî ya Sûrî û tevaya balafirxaneyan li pêş proseyên firîn û daketinê, ragihand.
 
Girtina balfirxaneyan demjimêr 12ê sibeha îro Yekşemê dest pê kir û bo 24 demjimêran dirêj dike.

Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê diyar kir ku ev biryar dikeve di çarçoveya rêkarên gerentîkirina silametiya tevgera esmanî de.
 
Biryara girtina balafirxaneyên Sûriyê piştî destpêkirina şerê Israîl, Emerîka û Îranê hat, ku li parêzgehên Der'a, Siwêda û Quneytirayê, dronek û 2 mûşekên Îranê ji aliyê Israîlê ve hatibûn xistin.