Îranê bi mûşekekê Turkiyê armanc kir

Îranê bi mûşekekê Turkiyê armanc kir

Welat TV - Hewlêr

Îranê bo yekem car ji destpêka şerê Emerîka, Israîl û Îranê ve, Turkiyê bi mûşekekê armanc kir.

Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê ragihand ku sîstema berevaniya esmanî ya Nato mûşekeke balistî ya Îranê li esmanê bajarê Hatay anî xwarê.

Berevaniya Turkiyê da zanîn ku ew di peywendiyê de ne li gel hevpeymaniya Nato û hevparên xwe yên din.

Serokatiya Turkiyê jî got ku ew di amadebaşiyê de ne û ew ê gavên pêwîst ji bo berevaniyê bavêjin.

Jêderekê ji Wezareta Derve yê Turkiyê jî ragihand ku Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan helwesta welatê xwe ji Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî re nîşan daye.