Desteya weşanê ya Israîlê: El-Şeri´ dixwaze êrîşî Hizbulah bike

Desteya weşanê ya Israîlê: El-Şeri´ dixwaze êrîşî Hizbulah bike

Welat TV - Hewlêr

Desteya weşanê ya Israîlê ragihand ku serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz dixwaze êrîşî Hizbulah a Libnanî bike.

Desteya weşanê ya Israîlê îro da zanîn ku Şam kar dike li ser jinavbirina jêrxaneyên Hizbulah li ser sînorê Sûrî – Libnanî

Li gorî desteyê, Ehmed El-Şeri´ dixwaze baregehên Hizbulah li deşta El-Bîqa´ armanc bike.

Desteya weşanê got jî ku Hizbulah a Libnanê dixwaze ji nava xaka Sûriyê êrîşî Israîlê bike.

Ta niha hikûmeta veguhêz a Sûriyê tu daxuyanî derbarê vê yekê dernexistine.

►Her weha bixwîne.. Artêşa Sûriyê belavbûnê li ser sînorê li gel Libnan û Iraqê bi hêz dike