Fermandarê HSD: 1070 dîl li zîndanên Hikûmeta Sûriyê hene
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD ragihand ku 1070 dîlên wan li zindanên hikûmetê hene, û kar ji bo serbestberdana wan tê kirin.
Îro 7ê Adara 2026an, Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî di civîna xwe de li gel komîteke malbatên girtî û wendabûyan got, "Hikûmeta Sûriyê em agahdar kirine ku 1070 dîl li cem wan hene".
Ebdî got, "Doseya girtî û wendabûyan doseyeke sereke ye li gor rêkeftina 29 Çileyê, hewlên me ji bo çareserkirina vê doseyê di demeke destnîşankirî de berdewam in".
Ebdî da zanîn, "Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ tekezî li ser pabendbûna xwe bi bicîkirina rêkeftinê kiriye û zîndanên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî dê werin spîkirin û di demeke nêzîk de dîl dê vegerin malên xwe".
►Her weha bixwîne.. Kesûkarên girtiyên HSDê banga berdana zarokên xwe dikin