Wezîrê Cengê ye Emerîka: Bi tenê Trump dema bidawîhatina şer destnîşan dike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Cengê yê Emerîka ragihand ku îro êrîşên wan li esmanê Îranê dê di bilindtirîn aste de bin û rêberê Îranê yê nû birîndar e.
Pete Hegseth di kongireke rojnamevanî de got ku ew li gel Israîlê rojane êrîşî 1000 armancî li Îranê dikin û ta niha bêtirî 15 hezar armanc li Îranê hatine bombebarankirin.
Wezîrê Cengê yê Emerîka got jî ku berevaniyên esmanî yên Îranî û mûşekavêj nemane, û ew kar dikin ku Îran nema karibe mûşekan çêbike.
Her weha got ku Emerîka dê di rûbirûbûna rêjîma Îranê de berdewam be û bi tenê Trump dema bidawîhatina şer destnîşan dike.
Li gorî gotina Hegseth rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî daxuyaniyeke nivîskî belav kir "ji ber ku ew birîndar e û dibe ku rastî şêwandinê jî hatibe".