Nêçîrvan Barzanî û Macron pêşhateyên şer û bandora wan li deverê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Macron pêşhateyên şer û bandora wan li deverê gotûbêj kirin
Nêçîrvan Barzanî û Macron pêşhateyên şer û bandora wan li deverê gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Fransa Emmanuel Macron tekezî li ser bihêzkirina hewlan ji bo rawestandina şer kir.

Serokê Herêma Kurdistanê îro Înê, pêwendiyeke telefonî li gel serokê Fransa encam de.

*Naveroka Pêwendiyê

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di pêwendiyê de Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî ya li ser serbazgeheke hevbeş a Pêşmerge û hêzên fFransî li devera Mexmûrê ku tê de efserekî fransî canê xwe ji dest da û hejmarek serbazên Frensî birîndar bûn, şermezar kir.

Her weha spasiya Fransa kir ji bo piştgirî û alîkariyên ku pêşkêşî Iraq û herêma Kurdistanê dike.

*"Divê Hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani tekez kir ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê bi erkê xwe rabe û êrîşên wan grûpan rawestîne û wan siza bide.

Ji aliyê xwe ve jî serokê Fransa Emmanuel Macron spasî û pêzanîna xwe ji bo pêywendî û hevxemiya serokê Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê derbirand.

Macron tekez kir ku Fransa dê di piştevanî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam be.

*Çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane

Herdu aliyan dawîn pêşhateyên şer û bandora wan li deverê gotûbêj kir, û tekezî li ser bihêzkirina hewlan ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane hate kir.