Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li 1000 malbatên gundên Dêrik û Girkê Legê belav kirin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li ser sedên malbatên gundên bi ser Dêrik û Girkê Legê ve belav kirin.
Xêrxwaziya Barzanî îro Înê alîkarî li ser 7 gundên gundewarên herdu bajarên Dêrik û Girkê Legê yên Rojavayê Kurdistanê belav kirin.
Bêtirî 1000 malbat ku dike bêtirî 5000 kesî sûdmend bûn û alîkarî wergirtin.
Gundên ku alîkarî li wan hatî belavkirin ev bûn: Girziyaretê Çolê, Girê Pirê, Sêgirka, Girkê Mixeyt, Girkendal, Banê Şkeftê û Giresor.
Ji 21ê Çileyê ve, Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan rojane pêşkêşî Derbider û nişteciyên li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê dike û tekez dike ta ku pêwîstî heye ew ê bimînin û di alîkariyên xwe de berdewam bin.