El-Hîlalî: 4500 endamên HSD tevlî firqeya 60 dibin û Asayîş demkî ye
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku hebûna Asayişê demkî ye, û 4500 endamên HSD têne tevlîkirin di nava artêşa Sûriyê de.
Ehmed El-Hîlalî di hevdîtinekê de li gel Kenala fermî ya Sûriyê got, Herdu doseyên Leşkerî û Ewlehiyê yên sereke ne ji bo asankirina tevlîbûna dezgehên din yên dewletê li deverê.
El-Hîlalî got jî, rêyên sereke hatine vekirin û rêbendine hevbeş ên demkî hatin danîn, û hebûna asayîşê demkî ye ta temambûna proseya tevlîbûnê di nava dezgehên dewletê de.
Li gorî Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê, rêkeftin bûye ku 4500 endamên HSD tevlî lîwayên bi ser firqeya 60 ve bibin, û eger tevlîbûna rasteqîna ya endamên HSD çêbû, ev yek dê tevlîbûna dezgehên din jî asan bike.
►Her weha bixwîne.. El-Hîlalî: Deregehê hikûmetê li pêş hemû kadirên Kurd vekirî ne, ne tenê HSDê