Elmanya penaberekî Sûrî bi tometa tevlîbûna ”DAIŞê” dadgeh dike
Welat TV - Hewlêr
Elmanya penaberekî Sûrî bi tometa tevlîbûn di nava rêxistina DAIŞa terorîst de dadgeh kir, û biryara zindana bi 4 sal û 6 mehan di dermafê wî de derxist.
Dadgeha Bilind a Düsseldorf li Elmanya kesekî Sûrî bo tometa tevlîbûnê bo DAIŞa teorîst dadgeh kir û biryara zindana 4 sal û 6 mehan di dermafê wî de stand.
*Şer li Sûriyê kiriye
Li gor ku dadgehê ragihandiye, ew kes, beriya derdora 12 salan tevlî rêxistina DAIŞa terorîst li Sûriyê bûbû, û beşdarî di hejmarek şeran de jî kiriye.
Ragihandina Elmanî ji aliyê xwe ve diyar kir ku, ew kesê hatiye dadgehkirin, sala 2023an wekû penaber gihştiye Elmanya, ji aliyê polîsên Elmanî ve hatiye girtin.