Ewlehiya navxwe li hejmarek gundên Kobanî û hin taxên bajêr belav dibe
Welat TV - Hewlêr
Hêzên ewlehiya navxwe yên Sûriyê li hejmarek gundên derdora Kobanî û hin taxên bajêr belav bûn.
Rêveberiya Ragihandina Helebê da zanîn, duh û di çarçoveya gereke meydanî de ji bo şopandina rewşa ewlehiyê û bihêzkirina aramiyê, yekîneyên ewlehiya navxwe belavbûnek ewlehiyê li hejmarek ji gundên derdora Herêma Kobanî encam da.
Rêveberiya Ragihandina Helebê got jî ku ev yek bi serperiştiya Macid El-Şêx berpirsê ewlehiya navxwe ya Kobanî bû, her weha wê gerê hejmarek ji taxên bajarê Kobanî jî li xwe girt.
*Bicîkirina xalên rêkeftinê
Piştî rêkeftina 29ê Çileyê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de, xalên rêkeftinê li herêma Kobaniyê dereng hatin bicîkirin, Beriya demekê dest bi bicîkirinê hate kirin, Rêveberê devera Kobaniyê û rêveberê ewlehiya navxwe hatin destnîşankirin û rêbendên hevbeş di navbera asayîş û hêzên welehiya navxwe yên hikûmetê de li gundewarê bajêr hatine danîn.