123 sal di ser jidayikbûna Barzaniyê Nemir re derbas dibin
Welat TV - Hewlêr
Îro 14ê Adarê, 123 sal di ser jidayikbûna rêberê dîrokî yê tevgera rizgarîxwaza Kurdî, bavê ruhî yê netewa Kurdî, Mele Mustefayê Barzanî re derbas dibin.
Barzaniyê nemir, di dirêjahiya jiyana xwe de, herdem hilgirê ala Kurdayetî û nasnameya Kurdistanê bû, Kurd bi cîhanê da naskirin û di rêya Barzanî re Kurd, Kurdistan, daxwaz û mafên Kurdan ên netewî û rewa hatin pênasekirin.
Bi zîrekî, hişmendî û zanabûna xwe ya siyasî û leşkerî, karîbû rêbertiya şoreşan bike û bihêle dijmin neçarî danûstandin û diyalogê bike, û destkeftiyan ji gelê Kurdistanê re bi dest bixe.
*Hin westgehên jiyan û xebata Barzniyê nemir
*Barzaniyê nemir di 14ê Adara 1903yan de ji dayik bûye.
*Ji biçûkaniya xwe ve, çek hilgirt û sala 1919 rêbertiya 300 pêşmergeyî kir û piştevaniya şoreşa Şêx Mehmûd Hefîd kir.
*1920 bi ferman birayê wî Şêx Ehmed berê xwe da Bakurê Kurdistanê û beşdarî di şoreşa Şêx Seîdê Pîran de kir.
*Sala 1931- 1932yan şoreş li eniya Mêrgesor – Şêrwan li dijî hêzên Birîtanî bi rê ve bir.
*Sala 1943yan şoreşa duyem li dijî hikûmeta Iraqê dest pê kir û ta 1945 berdewam kir.
*Li Rojhilatê Kuristanê, di dema ragihandina Komara Kurdistanê de li kêlek Qazî Mihemed bû û bû fermandarê artêşa Komara Kurdistanê û pileya ceneral wergirt.
*Li ser asta siyasî, sala 1946an Partiya Demokarata Kurdistanê PDK damezrand, û bû serokê wê partiyê.
Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li gel 500 pêşmergeyên xwe berê xwe da Yekîtiya Sofiyet û li wir dest bi nasandin cîhanê bi doza Kurdî ya rewa kir û li Ewropa û Emerîkayê Kurdan hatin naskirin.
*Vegera Kurdistanê
Sala 1958an, bi damezrandina Komara Iraqî, Barzaniyê nemir hat vexwendin, û weke qehreman û lehengekî hat pêşwazîkirin, û danûstandin li ser mafên Kurdan dest pê kirin, lê daxwazên Barzaniyê nemir ne li gorî niyeta Ebdulkerîm Qasim bûn û dîsa şer dest pê kir.
Di Nîsana 1964an de, û piştî hatina Ebdulselam Arif li ser deshilatdariyê, beşek ji mafên çand û rewşenbîrî hat dan, lê şepêla şovînî ya Erebî ew yek pûç kir, stemkarî û zordariya xwe li dijî gelê Kurd berdewam kirin.
*Bidestxistina Otonomiyê
Piştî 9 salan ji şer, hikûmeta Iraqê neçar bû rêkeftina otonomiyê ji Kurdan re di Adara 1970 de îmze bike, lê Beisiyan, ew rêkeftin binpê kir, û rêkeftina Cezaîrê 1975 li gel Şahê Iranê îmze kir.
*Koçbarkirin û veguhestina termê
Sala 1979 berê xwe da Emerîkayê, li nexweşxaneya Corc Waşinton koça dawî kir, termê wî yê pîroz bo Rojhilatê Kurdistanê hat veguhestin, lê xebat û tekoşîna leşkerî û siyasî bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û Idrîsê herdem zindî berdewam kir.
Di rêparîna gelerî ya sala 1991ê de, termê Barzaniyê nemir, bo Devera Barzanî hat veguhestin, û salana bi dehhezaran ji alî, parî, kesayetî, sazî û komeleyên Kurdî, Kurdistanî, xwecihî û cîhanê berê xwe didin mezara nemiran û soza xwe li ser rêbaza Barzaniyê nemir nû dikin û çavên xwe bi dîtina Herêma Kurdistanê ku weke çireya geş ji Kurdan re bi serokatiya lêvegerê Kurdî û Kurdistanî Serok Mesûd Barzanî vêketiye, kil didin û hêviyên xwe di Kurdistaneke serbixwe û azad nû dikin.