Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşek ji aloziyan e
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peywendiyeke telefonî bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen re encam da.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Di peywendiyê de, pêşhatên dawî ya rewşa aloz a herêmê û encamên şer hatin gotûbêjkirin. Herdu alî li ser hevkariya berdewam ji bo rûbirûbûna astengiyan de hevnerîn bûn, her weha tekez li ser girîngiya parastina aramî û çareseriya aştiyane ya kêşeyan kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, her weha tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji aloziyan e û wek her car dê faktorê aramî û ewlehiyê be.
*"Kurdistan hevparekî girîng e"
Ji aliyê xwe ve, Von Der Leyen diyar kir ku aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê cihê girîngiya Yekîtiya Ewropayê ye û wek hevparekî girîng di herêmê de lê dinêre. Her weha pabendiya Yekîtiya Ewropayê bi berdewamiya alîkariyên xwe de dûpat kir.