Israîlê kuştina 2 serkideyên pilebilind ên Îranê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Îro 17ê Adara 2026an, Israîlê bi fermî kuştina serkideyekî ewlehî û fermandarekî leşkerî yên pilebilind ragihand.
Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarê hêza "Besîc" a Îranê Xulam Rida Silêmanî û Emîndarê Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştîmanî li Îranê Elî Larîcanî ragihand.
Îro şerê Emerîka û Israîlê derbasî roja 18an dibe, herdu alî bi tundî hev bombebaran û topbaran dikin.
Ji roja yekê ve, bi dehan ji serkirde û fermandarên mezin ên Îranê weke Elî Xamineyî û hejmarek wezîr hatine kuştin, li gorî artêşa Israîlê ew ê di armanckirina serkirdeyan de berdewam be.
Serokê Emerîka Donald Trump tekez dike ku rêberê bilind ê nû yê şoreşa Îranê kurê Mucteba Xamineyî hatiye kuştin, lê hîn Îranê kuştina wan piştrast nekiriye.
►Her weha bixwîne: Wezîrê Cengê ye Emerîka: Bi tenê Trump dema bidawîhatina şer destnîşan dike