Fîdan bo Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar in Newroz bibe sedema xurtkirina dostanî û parastina nirxên hevpar
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, bi bûneya Cejna Newrozê, peyameke pîrozbahiyê ji Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan, wergirt.
Di peyama xwe de, Fîdan pîrozbahiyên herî germ anî zimên, û Newroz wekî sembola xêr û hêviyê û hêmaneke sereke ya çanda hevpar a herêmê bi nav kir. Her weha hêvî xwest ku Newroz bibe sedema xurtkirina dostanî, lihevkirin û parastina nirxên hevpar.
Di peyama xwe de, Wezîrê Derve yê Turkiyê bal kişand li ser rewşa niha ya deverê ku rûbirûyî zêdebûna kêşeyan bûye û hêvî xwest ku ev cejn aştî û aramiyê ji bo hemû mirovahiyê pêk bîne.
Di dawiya peyama xwe de, Wezîrê Derve yê Turkiyê silavên dilsozane pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê kir û hêviya saleke pir bi aştî û xweşiyê xwest.