Nêçîrvan Barzanî: Îranê dan pê da ku êrîşa ser pêşmerge bi şaşî bû

Nêçîrvan Barzanî: Îranê dan pê da ku êrîşa ser pêşmerge bi şaşî bû

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Îranê dan pê da ku êrîşa ser pêşmerge bi şaşî bû.

Nêçîrvan Barzanî îro li Soranê beşdarî di mersîmêm şîna her 6 şehîdên pêşmerge de ku di encama êrîşa Îranê de şehîd bûne, kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re got, pêwendî li gel Îranê hate kirin û wan dan pê da ku êrîşa ser pêşmerge bi şaşî bû û soza encamdana lêkolînan di vê derbarê de daye.

*"Kurdistan nabe beşek ji şer"

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê herdem fakterê aramî û seqamgîriyê ye li deverê û tu caran nabe beşek ji şer.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku bi erk û berpirsiyaretiya xwe rabe û weke welatekî xwedî serwerî serederiyê bike.