Îmarat: Êrîşên Îranê yên terorî ser Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin
Welat TV - Hewlêr
Îmaratê êrîşa Îranê ser Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê derbirand.
Wezareta Derve ya Îmaratê di daxuyaniyekê de got ku ew êrîşên Îranê yên terorî ser 2 baregehên leşkerî li Herêma Kurdistanê, ku di encamê de bi dehan Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin.
Wezaretê tekez kir ku ew êrîş gurkirineke metirsîdar e û binpêkirin e ji yasayên navdewletî re.
Îmaratê piştevaniya xwe ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, û parastina ewlehî û seqamgîriya wê re derbirand.
Di dawiyê de, wezaretê sersaxî li kesûkarên şehîdan û hikûmetaa Kurdistanê kir û hêviya çareseriya bilez ji birîndaran re xwest.