Barrack sersaxî ji Mesrûr Barzanî re xwest
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack pêşhatên deverê gotûbêj kirin, û Barrack ji ber şehîdbûna hejmarek Pêşmerge sersaxî xwest.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Barrack wergirt. Di pêwendiyê de, Barrak ji ber şehîdbûna 6 Pêşmergeyan di êrîşa mûşekî ya Îranê de li ser baregehên Pêşmergeyan li devera Soranê, sersaxî xwest û piştevaniya xwe da diyarkirin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Şandiyê Emerîka li ser pêwendî û hevxemiya wî kir.
*Rewşa deverê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack weha di wê pêwendiyê de dawîn pêşhatên li Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê bi giştî gotûbêjkirin.