Hema.. Alozî û girjî li bajarê Siqêlbiyê yê Kiristyanişîn derketin

Hema.. Alozî û girjî li bajarê Siqêlbiyê yê Kiristyanişîn derketin

Welat TV - Hewlêr

Girjî li bajarê Siqêlbiyê yê Kiristyanişîn li Hemayê derketin û ziyanên mezin hatin tomarkirin.

Duh êvarê, hin grûpên çekdar êrîşî bajarê Sqêlbiyê yê Kirsiyanişîn li gundwarê Hemayê kir, êrîş li ser dukan malûmilkên welatiyan, û perestgehan hate kirin.

Li gorî dîmenên ku Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kirine, grûp li kolanan, destdirêjiyê li ser mal û milkan dikin, gotarên ta’îfî dibêjin û dukanan dişkînin û wêran dikin.

Ji ber van kiryaran, nerazîbûneke mezin li cem civaka Kirstiyan li Sûriyê çêkiriye, hin xwepêşandan derketin û daxwaza sizadana ecamdarên êrîşê kir.

Ji ber van kiryaran, nerazîbûneke mezin li cem civaka Kirstiyan li Sûriyê çêkiriye, hin xwepêşandan derketin û daxwaza sizadana ecamdarên êrîşê kir.

*Daxuyaniya hikûmetê 

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Sûriyê di daxuyaniyekê de li ser vê doseyê got ku tişta li Siqêlbiyê çêbû, pirsgirêk di navbera hin kesan de bû, û tiştekî sînordarkirî bû û hêzên ewlekariya navxwe rewş di cih de kontrol kir.

Rêveveriya Ragihandinê ya parêzgeha Hemayê got, ku vîdiyoyên li ser bûyerê hatine belavkirin, ên demeke kurt a girjiyan bû, û rewşa giştî li ser erdê aram e, û hejmarek kes giritne û lêprsîn li wan tên kirin.

Rêveberiya ragihandinê, got jî ku bûyera çêbû tu bingehên Ta’îfî jê re tune ne, û xwest ku xelk nedin pey gotgotên bi vê awayî, her weha şandeke hikûmetê bi rûspiyên Siqêlbiyê re civiya û rêkeftin li ser rawesrandina xwepêşandanan û dîtina çareseriyan hatiye kirin.