UNICEF: Projeyekê bi cî dikin ji bo dabînkirina avê ji 400 hezar kesî re li Qamişlo
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Netewên Yekgirtî ya Zaroktiyê (UNICEF) ragihand ku ew projeyekê bi cî dike ji bo dabînkirina avê ji derdora 400 hezar kesî re li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.
UNICEFê îro di daxuyaniyekê de got ku hîn bi hezaran malbat li Qamişlo di bin bandora kêmbûna avê de dijîn û bidestxistina wê astengiyeke rojane ye.
Daxuyaniyê diyar kir ku ji ber wê yekê, UNICEF projeyekê li westgeha Hilêliyê bi cî dike ji bo bihêzkirina sîstema avê li bajêr.
UNICEFê da zanîn ku di qonaxa yekem de, ew ê tankiyeke mezin a avê di navbera hersê tankiyên heyî û tora belavkirina avê li bajêr de deyne, da ku sîstemeke navendî ava bike ji bo rêxistinkirina belavkirina avê.
Li gorî daxuyaniyê, ew proje dê avê ji derdora 400 hezar kesî re li Qamişlo dabîn bike.
Ev proje di demekê de ye ku kirîza ava vexwarinê li Qamişlo berdewam e û xelk gazinan dikin.