ENKSê doseyên wendabûyan û dadweriya veguhêz li Şamê gotûbêj dike
Welat TV - Hewlêr
Nivîsgeha Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî hejmarek doz û doseyên yasayî li gel komîtên pêwendîdar li Şamê, gotûbêj kirin.
Desteya yasayî ya ENKSê ragihand ku di rojên bûrî de şandeke wê li gel Komîta Niştîmanî ya Wendabûyan civiya, û doseya wendabûyan ku yek ji dozên mirovî yên giring e hate gotûbêjkirin.
Şandê lîsteyek ji navên wendabûyên ji Parêzgeha Hesekê ku beriya niha hatine belgekirin, radest kir. Her weha behsa mijara vekirina şaxên komîta wendabûyan li tevaya Parêzgehan hate kirin.
*Dadweriya Veguhêz
Li aliyekî din, Şanda Desteya Yasayî ya ENKSê li gel Serokê Komîta Niştîmanî ya Dadweriya Veguhêz Ebdilbasit Ebdiletîf civiya. Di civînê de mîkanîzmên karê sindoqa qerebokirinê û giringiya çalakirina wê ji bo gerentîkirina mafê qurbaniyan hate gotûbêjkirin.
Her weha bixwîne.. Desteya Yasayî ya ENKSê hevdîtin li gel berpirsên hikûmetê li Şamê encam dan