Ehmed El-Şeri' êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Ehmed El-Şeri' êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' wergirt, tê de Ehmed El-Şeri' êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewlên dîplomasî ji bo rawestandina şer û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kir.

Her weha li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê hat kirin.

Rewşa Kurdan û pêkhatan li Sûriyê, peywendiyên Sûriyê bi Iraqê re, û çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a peywendiya telefonî bûn.