Pêşmergeyekî din şehîd bû

Pêşmergeyekî din şehîd bû

Welat TV - Hewlêr 

Wezareta Pêşmerge şehîdbûna Pêşmergeyekî din ku beriya 15 rojan di encama êrîşeke Îranê de birîndar bûbû, ragihand.

Wezaretê da zanîn ku Pêşmerge Weysî Axir Seîd Şêrwanî di firqeya 5an a fermandariya devera 1ê piştî 15 rojan ji birîndarbûnê, îro şehîd bû.

Wezaretê da zanîn, şehîdê pêşmerge yek ji birîndarên armanckirina Îranê ji hêzên Pêşmerge li Soranê bû, ji ber birînên xwe yên dijawr îro li yek ji nexweşxaneyên Hewlêrê, şehîd bû.

*Şermezarkirin  

Wezareta Pêşmerge sersaxî ji malbat û kesûkarên pêşmerge re xwestin û da zanîn ku careke din bi tundî êrîşê nerewa li ser hêzên Pêşmerge û şêniyên sivîl riswa û şermerzar dikin.

Îranê baregeha Pêşmerge li Soranê armanc kiribû tê de 6 pêşmerge şehîd bûbûn û 30 pêşmerge jî birîndar bûbûn.