Serê Kaniyê.. Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê westgeha Elok bi fermî wergirt

Serê Kaniyê.. Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê westgeha Elok bi fermî wergirt
Serê Kaniyê.. Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê westgeha Elok bi fermî wergirt

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê wergirtina westgeha ava Elok li Serkaniyê ragihand.
 
Rêveberiya Ragihandina Hesekê da zanîn ku îro şandekê ji Wezareta Enerjiyê bi fermî westgeha ava Elok li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê wergirt.

Li gorî jêderê, wergirtina Westgeha ava Elok di çarçoveya başkirina rewşa xizmetguzariyê de li parêzgeha Hesekê tê, her weha peydakirina ava vexwarinê ji xelkê deverê re bi taybet li bajarên Hesekê û Til Temirê.
 
Berî du rojan Wezareta Enerjiyê ragihandibû ku wan westgeheke gerok a elekitrîkê li bajarê Dirbêsiyê ji bo peydakirina elekitrîkê ji westgeha Elok re daniye.