Esmanê Sûriyê li pêş geştên esmanî hat vekirin
Welat TV - Hewlêr
Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhestina esmanî destpêkirina tevgera geştên esmanî di esmanê Sûriyê re ragihand.
Desteya Balafirvaniyê di daxuyaniyekê de got ku tevaya korîdorên esmanî ku berya niha hatibûne girtin dubare vebûn û tevgera esmanî dest pê kir.
Her weha got jî ku kar li Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî bi awayekî rêxistinkirî ku firîn û danînê li xwe digire, dest pê dike.
Li gorî Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sûriyê, ev biryar tê piştî nirxandineke teknîkî ya giştgir û hemahingiyê li gel aliyên herêmî û navdewletî.