Dronek li gundewarê Hesekê hate xistin
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dronek li gundewarê Hesekê xist xwarê.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, dema ku dronek li esmanê gundewarê rojavayê Hesekê difrî, hêzên Hevpeymaniyê ew xist xwarê.
Got jî ku paşmayên wê dronê li nêzîkî herdu gundên Sûde û Ebid ên li ser rêya Mexrûmê li rojavayê Hesekê ketin.
Her li gorî jêderê "tê pêşbînkirin ku ew dron ya Îranê be".
Duh Çarşemê, berevaniya esmanî ya Hevpaymaniya Navdewletî 5 dronên ku bingeha Qesrik armanc kiribûn, xistibûn xwarê.