Danûstandinên Emerîka û Îranê dest pê dikin
Welat TV - Hewlêr
Biryar e îro roja Şemiyê danûstandinên Emerîka û Îranê li Îslam Ebad dest pê bikin.
Îro şanda Emerîkî bi serokatiya cîgirê serokê Emerîka JD Vance û endamtiya şandiyê taybet ê serokê Emerîka Steve Witkoff û Jared Corey Kushne gihişt paytexta Pakistanê, Îslam Ebad.
Şanda Îranî bi serokatiya serokê Perlemanê Mihemed Baqir Qalîbaf û wezîrê derve Ebas Eraqcî duh gihiştibû.
Qalîbaf gotibû, ku Emerîka li ser agirbestê li Libnanê erê kiribû, û danûstandin dest pê nakin eger sozên agirbestê neyên bicîkirin.
Ji aliyê xwe ve, her yek ji Emerîka û Israîlê tekez dikin ku Libnan ne di rêkeftina agirbestê de ye.