Dayîkeke Kobaniyê: "Ciwanên Şoreşger keça min a 13 salî revandiye"
Welat TV - Hewlêr
Dayîkeke ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku tevgera Ciwanên Şoreşger keça wê ya 13 salî revandiye û bangê li fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî dike ku keça wê vegerîne.
Dayîka keça 13 salî ya bi navê Nadiya Ibrahîm Şêx Mihemed got ku wan serdana navenda ciwanên şoreşger kir ji bo vegerandina keça xwe, lê li şûna vegerandinê, ew û malbata xwe rastî lêdanê hatin.
Dîmenên lêdana dayîka Nadiya li pêş navenda Ciwanên Şoreşger li ser torên civakî hatin belavkirin.
Nadiya Ibrahîm Şêx Mihemed ji şêniyên gundê Ziyaretê yê Kobaniyê ye.