Nêçîrvan Barzanî rola serokê Fransayê bilind dinirxîne

Nêçîrvan Barzanî rola serokê Fransayê bilind dinirxîne

Welat TV – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, û, Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku, Di hevdîtinê de, pêşhatên deverê û bandorên şer li ser asayîş û aramiya li Rojhilata Navîn û cîhanê gotûbêj kirin.

Her du Aliyan hêvî kir ku agirbest berdewam bike û rê ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê de xweş bike.

*Rola Fransayê

Nêçîrvan Barzanî pesna hewldanên Fransayê û Serokê wê Emmanuel Macron kir, ku her dem bi navê aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn rola xwe lîstiye û piştgiriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

*Çareserkirina pirsgirêkan 

Pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bû tê de, tekezî li ser girîngiya gotûbêj û lihevkirina aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.