Zaroka bi navê Nadiya Şêx Mihemed piştî çend rojan ji revandinê hate vegerandin

Zaroka bi navê Nadiya Şêx Mihemed piştî çend rojan ji revandinê hate vegerandin

Welat TV - Hewlêr

Zaroka bi navê Nadiya Şêx Mihemed a 13 salî piştî çend rojan ji revandinê bo malbata xwe hate vegerandin.

Piştî fişara malbatê û vekirina dozekê ji bo vegerandina Nadiya li Sirînê, îro ew zarok bo malbata xwe hate vegrandin.

Beriya du rojan, malbata Nadiya Şêx Mihemed da zanîn ku keça wan ji aliyê ”Ciwanên Şorşger” ve hatiye revandin û dema endamên malbatê hewla vegerandina wê kir, ew rastî lêdanê hatin.

Malbata Nadiya dîmenên çûna xwe ji bo navendeke ”Ciwanên Şooreşger” belge kirin, di wan dîmenan de diyar e ku çawa endamên malbatê rastî lêdanê tên û nerazîbûnên berfireh derketin.

Di dawîn civîna fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Şandiyê Serokê Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê çileyê Ziyad El-Aayiş behsa rawestandina rêxistina ”Ciwanên Şorşger” hatibû kirin.

►Her weha bixwîne.. Dayîkeke Kobaniyê: "Ciwanên Şoreşger keça min a 13 salî revandiye"

Raporta li ser çîroka revandina Nadiya li ser vê lînkê temaşe bike ⬇️⬇️