Artêşa Sûriyê bingeha Qesrik a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî werdigire
Welat TV - Hewlêr
Artêşa Sûriyê bingeha Qesrik a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li gundewarê Hesekê, bi awayekî fermî wergirt.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku, piştî vekşîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bingeha Qesrik a li gundewarê Hesekê, Artêşa Sûriyê îro bingeh bi awayekî fermî wergirt, û hêzên xwe li wir bi cî kirin.
Wezareta Berevaniyê da zanîn jî ku bi wergirtina bingeha Qesrik, tevaya bingehên leşkerî yên ne di bin destê artêşê de vedigerin jê re.
*Firqeya 60 bi cî dibe
Jêderan diyar kir, îro sibehê karwanê dawiyê yê Hevpeymaniya Navdewletî ji bingeha Qesrik vekşiya û alavên xwe yên li nava bingehê mabûn, şewitandin û têk birin, û li şûna wê hêzê Firqeya 60 ya Artêşa Sûriyê bi cî bû.
Binegha Qesrik, bingeha dawiyê ya hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê bû, û êdî tu bingehên fermî yên hevpeymaniyê li Sûriyê nemane.