Serok Barzanî li ser mijara Kerkûkê: Em sefaqeyên Hotel Reşîd red dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maksîm Robîn, civiyan.
Baregeha Barzanî ragihand, Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Rûsyayê, tekezî li ser peywendiyên kûr, stratejîk û demdirêj ên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir, û pesna helwesta hevseng a Herêma Kurdistanê û parastina aramiyê da, ku Rûsya girîngiyeke mezin dide kiyan û bandora Serok Barzanî û hêvî kir ku peywendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de zêdetir geş bibin. Her weha, nerîna welatê xwe derbarê guherîn û bûyerên herêmê de anî zimên û destnîşan kir ku Rûsya dixwaze nêrîna Serok Barzanî derbarê bûyer û pêşhatên herêmê de bizane.
*Peywendiyên dîrokî
ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekezî li ser kûrkirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir. Her weha, bal kişand li ser pêşhat û guherînên dawî yên li herêmê û ragihand ku Herêma Kurdistanê qet li gel şer û alozî nebûye û bawer dike ku tu pirsgirêk bi rêya şer û nakokiya leşkerî nayê çareserkirin û divê pirsgirêk bi rêya danûstandin û dîplomasiyê bêne çareserkirin.
*"Neheqîyeke zêde li ser Herêmê hatiye kirin"
Serok Barzanî got, Herêma Kurdistanê qet beşek ji wan şer û pevçûnên li herêmê nîn e û nabe, û piştgirî nedaye tu liv û tevgerên leşkerî û şer li herêmê. Lê mixabin, li gel vê helwesta zelal û eşkere jî, neheqîyeke zêde li ser Herêmê hatiye kirin û ji ber êrîşên berfireh ên mûşekî û dronan, hejmarek welatiyên Herêmê şehîd û birîndar bûne.
*"Divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyan û biratiyê"
Derbarê pirsa parêzgeha Kerkûkê, Serok Barzanî tekez kir ku em bawer dikin ku divê Kerkûk bibe bajarek ku mînaka pêkvejiyan û biratiya pêkhateyan be û Partî (PDK) her dem li gel mafê hemî pêkhatan bûye û gelek caran ji bo pêkhatan û xelkên din ji mafê xwe xweş bûye û qurbanî bi destkeftên xwe daye.
Serok Barzanî her weha dubare kir ku bi tu awayî em li gel wê yekê nîn in ku bi rêya berdewamkirina bi sefaqeyên gumanbar ên Hotel Reşîd, bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenûsa Kerkûkîyan were lîstin.