El-Şeri’ gihîşte Turkiyê ji bo beşdariyê di Korbenda Antaliya ya Diplomatîk de
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ gihîşte Turkiyê ji bo beşdariyê di Korbenda Antaliya ya Diplomatîk de.
Ajansa Sana îro ragihand ku Ehmed El-şeri’ gihîşte Turkiyê ji bo beşdariyê di gera 5an a Korbenda Antaliya ya Diplomatîk de.
Biryar e ji 17 ta 19ê vê Nîsanê gera 5an a Korbenda Antaliya ya Diplomatîk bi rê ve biçe.
Li gorî ku malpera fermî ya Kobendê ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdariyê di korbendê de dike.
Di gera 4an a Korbenda Antaliya ya Diplomatîk de, Nêçîrvan Barzanî û Ehmed El-Şeri beşdar bûn û di çarçoveya korbendê de civiyan û hejmarek mijar gotûbêj kiriin.